Oxir be Şervano!

Oxir be Şervano!

Derhêner Ersîn Çelîk ê ku derhêneriya filma “Ji bo azadiyê: The end will be spectacular” kiriye, li ser şehîdbûna aktorê sereke yê filma xwe Rûbar Şervan (Cihan Sever) ê ku rola Fermandar Çiyager dikir, şiireke Ahmet Telli parve kir. Fermandar Çiyager ev helbesta hanê dema ku gerîla bû ji ber digot. Rêşad Sorgul jî ev şiir wergerand Kurmanciyê. Dersîn Çelîk beriya helbestê parve bike, li ser Rûbar Şervan dibêje, “Ji Serhedê ji bo ku bergiriyê ji Rojava re bike, da rê. Li Kobanê nûneriya fermandarê Berxwedana Sûrê Çiyager kir. Li Başûr dema ku li dijî dagirkeriyê şer dikir, şehîd bû. Tevahiya beşan di dilê xwe de kirin yek. Bû Kurdistan! Ew Cihan bû, Çiyager bû, Rûbar bû… Oxir be Şervano!”