SYNOPSIS
Filmekî şer, li Rojavayê Kurdistanê, di orta pevçûnên çekdarî de hatiye çêkirin. Film, çîroka rasteqîn a berxwedana komeke ciwan ku taxa xwe li hember artêşê diparêzin vedibêje. Film xwe dispêre rojnivîsên cangoriyan û vegotinên kesên ku rizgar bûn û di film de lîstin.
Trailer
Agahiyên dawî
-
Hommage “Oxir be Rubar, oxir be Şervano !”
“Oxir be Rubar, oxir be Şervano !” (Repose en paix Rubar, repose en paix toi le combattant)
-
Oxir be Şervano!
Derhêner Ersîn Çelîk ê ku derhêneriya filma “Ji bo azadiyê: The end will be spectacular” kiriye, li
-
Fîlmê berxwedana Sûrê deng vedide
Di salên dawîn de sînemaya kurd bi gelek aliyan ve bala cîhanê dikişîne. Kurd ne tenê di
-
Masal dursa ölecek!
‘ Sur direnişinde, farklı bir şey söylenmek isteniyordu: Orada bir öykü var ve bu tümüyle yok edilmek,
-
Fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ hat kişandin
Kêşana fîlmê bi navê ‘Ji Bo Azadiyê’ bi dawî bû. Fîlmê ku derhêneriya wê Ersîn Çelîk kiriye,
ÇÎROKA FILM
Filmekî şer, li Rojavayê Kurdistanê, di orta pevçûnên çekdarî de hatiye çêkirin. Film, çîroka rasteqîn a berxwedana komeke ciwan ku taxa xwe li hember artêşê diparêzin vedibêje. Film xwe dispêre rojnivîsên cangoriyan û vegotinên kesên ku rizgar bûn û di film de lîstin.
Qehremana film, Zîlan, jineke ciwan e, vedigere bajarê xwe da ku bikeve pey bîranînên birayê xwe yê şehîd. Lê xwe di nave şerekî tund dli hemberî polîs û artêşê dibine. Film hin têgînên gerdûnî yên mîna hêvî, hevaltî, fedakirin û windakirin, di rêya têkoşîna azadiyê ya komeke ciwanan rave dike.
Ersin Çelik
Ersin Çelik sala 1984’an li Malatya, li Bakurê Kurdistanê (Turkey). Di 2006’an de ji Zanîngeha Samsun OMU, beşê perwerdahiya zanistên fîzîkî mezûn bû. Lê belê şûna mamostateyê rojnamegerî bijart. Heta sala 2010’an wekî peyamnêr û editorê nûçeyan li Ajansa Nûçeyan a Dicle kar kir. Tevli kargehên sînema yên Navenda Çandê ya Cegerxwînê bû. Di navbera salên 2010 ta 2013’an wekî editor, kameravan û koordînatorê bernameyan li Sim Production xebitî. Ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê pir caran li Tirkiyeyê hat darizandin û girtin. Piştî 2013’an li Rojava û Başûrê Kurdistanê karê xwe yê rojnamegeriyê domand, pirtûk nivîsandin û film kişandin. Heta niha li gel pirtûka wî ya bi navê (Parçeya Cûdî Ya Di Destê Min De) ku di dema li Şirnex – Cizrê kar dikir de amade kiribû; pirtûka wî ya bi navê ‘Serdema Nû Ya Şoreşan – Şoreşa Rojava’ hatiye çapkirin.
XEBATKAR
Cast ARJÎN BAYSAL – DELÎL PÎRAN – CÎHAN SEVE – ARIF DEMÎR – SEVDA KINA
Senaryonivîs ERSIN ÇELIK – AYSUN GENÇ
Çêker DIYAR HESSO – ERSIN ÇELIK
Çêkera Hevpar ALBA SOTORRA
Berpirsên Çêkeriyê DOĞAN ÇETIN – MAZDEK ARARAT
Derhênerê Dîmen CEMIL KIZILDAĞ
Muzîk MEHMÛD BERAZÎ
Pevbestin SOSE VARTANIAN – XAVI CARRASCO
Derhêneriya Hunerê EVA JIN – DILO HESSO
Casting JÎNDA ASMEN – ŞÊRO HINDÊ
AGAHIYÊN DIN
Filmekî fikşin
Dirêjahî: 105’ – !35’ (2 versyon)
Çêkeriya hevpar a: Sûriya, Ispanya, Iraq
Şîrketên Çêkeriyê: Komîna Film a Rojava, Alba Sotorra SL, Demkat Film
Derhêner: Ersin Çelik